Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavê Tîma Niştîmanî ya Îraqê ya Futbolê li ser Serketina li Hemberî Tîma Norwêcê ye

Tîma Niştîmanî ya Futbolê ya Îraqê
Tîma Niştîmanî ya Futbolê ya Îraqê

Şanda Tîma Niştîmanî ya Futbolê ya Îraqê ji kampa xwe ya li West Virginia ber bi Bostonê ve bi rê ket, berî ku yekem maça xwe ya Cama Cîhanê ya FIFA 2026an li dijî Norwêcê êvarîya Sêşemê, roja Çarşemê (li gor dema Îraqê-Rojhilata Navîn) bilîze.

Endamê Yekîtiya Futbolê ya Iraqê û berpirsê şandeya Tîma Niştîmanî ya Îraqê, Ehmed El-Mûsewî, di daxuyaniyeke taybet de ji bo "Dengê Amerîka" ragihand ku Şandeya tîma Iraqê duh gihîştiye bajarê Bostonê yê Amerîkayê û yekser dest bi bernameya rahênanê ya ji bo lîstika xwe ya yekem a di Cama Cîhanê ya 2026an de kiriye.

El-Mûsewî bal kişand ser giringiya vê bûyerê û diyar kir ku ev pişkdarî piştî qutbûneke dirêj a 40 salan tê; ku pişkdariya herî dawî a Iraqê di cama Cîhanê de li Meksîkayê di sala 1986an de bû.

Ahmed Al-Mousawi, executive board member and the official media coordinator/spokesman for the Iraq Football Association (IFA)
Ahmed Al-Mousawi, executive board member and the official media coordinator/spokesman for the Iraq Football Association (IFA)

Wî destnîşan kir ku lîstikvanan di bin çavdariya tîma teknîkî de ne û rewşa fîzîkî û derûnî ya tîmê berî vê lîstika mezin di asta herî ba ş û bilind de ye.

Derbarê şensê tîmê di lîstika sibê de, El-Mûsewî ji Dengê Amerîka re got: "Em baş dizanin ku rûbûrûbûna tîma Norweçê ne hêsan e. Koma me (ku tîmên Fransa û Senegalê jî tê de ne) ji ber şiyanên mezin ên van tîman yek ji komên herî dijwar e. Lê baweriya me bi lîstikvanên me û bi karê ku di dema borî de hatiye kirin pir mezin e."

El-Mûsewî dîsan tekez kir ku moralê yarîzan û lîstikvanan pir bilind e û di rewşeke derûnî ya erênî de ne; hemû lîstikvan berpirsiyariya li ser milê xwe dizanin û di dema amadekariyan de dîsîplînek mezin nîşan dane.

Wî di dawiya daxuyaniya xwe de got, "Em rêzê li tîma Norweçê digirin, lê armanca me ya serekî lîstikeke rûmetdar û encam wekî ku nîşana pêşkeftina futbola Iraqê bide. Em pişta xwe bi lîstikvanên xwe û bi piştgiriya piştevan û heyranên tîma xwe irêdidin, yên ku her dem li her qadê bi me re ne."

This item is part of
XS
SM
MD
LG