Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa’ Sûdanî roja Şemîyê serdana Ajansa Îstîxbarata Neteweyî ya Îraqê kir û êrîşa roja Şemîyê ya li ser ajansê wekî sûcekî xiyanetkar bi nav kir.
Sûdanî di serdana xwe de got, "Kesên ku ev sûcê xiyanetkarîyê kirine, komeke tirsonek in ku rijandina xwîna Îraqê rewa dikin."
Wî got, "Her kesê ku xwîna Îraqiyan birijîne nûnertîya Îraqê nake û tu îdeolojî nikare vî sûcî rewa bike."
Ajansa Îstîxbarata Neteweyî ya Îraqê (INA) roja Şemîyê got ku "êrîşeke terorîstî" li nêzîkî yek ji baregehên wê endamekî wê kuştiye.
Li gorî daxuyanîyeke Ajansa Îstîxbarata Neteweyî ya Îraqê, êrîş ji alîyê hin "alîyên neqanûnî" ve hatiye kirin.
Komên kirêgirtî yên Îranî li Îraqê, di dema operasyonên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî rejîma Îranê, êrîşên mûşekî û yên dronan pêk tînin.