Reuters li gor çavkaniyên ewlekarî û xwecihî radigihîne ku hêzên rejîma Sûrî di rêya xala sînorî ya derbasgeha El-Qayim re derbasî Iraqê dibin.
Roja Şemiyê ajansa Reuters ragihand ku bi dehan leşkerên Sûrî bi rêya xala Sînorî ya parêzgeha Anbar ya rojavayê Îraqê derbasî nav axa wî welatî bûn.
Çavkaniyên ewlekarî û herêmî ji Reuters re eşkere kirine ku derbasbûna leşkeran bi hemahengiya bi berpirsên Îraqê re pêkhatîye.
Girêdayî rewşa Sûriyê Serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî îro Şemiyê derbarê guherînên li Sûriyê çê dibin daxuyaniyek da.
Barzanî got, "Em bi eleqeyeke mezin bûyerên dawî û guhertinên li Sûriyê diqewimin dişopînin, ji ber ku ev pêşhat û rûdan bandoreke rasterast li paşeroja siyasî, ewlehî û aramiya Sûriyê û tevahiya herêma me dike."
Her wiha wî got, "Em hêvîdar in ku ev pêşketin û guhertinên li Sûriyê bibe sedem ku diyalog û têgihiştin bibe bingehek ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî, û ti reftarek neyê kirin ku bibe sedema kûrbûna nakokiyên neteweyî û mezhebî di navbera pêkhateyên Sûriyê de."
Hêjayî gotinê ye ku komên çekdar yên opozisyona Sûrî di rojên borî de kontrolkirina gelek bajaran ji wan Heleb, Hema, Dera, Dêrezor û deverên din li gundewarê Humsê ragihandin.
Jêder: Reuters/Alhurra