Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdana Nêçîrvan Barzanî bo Şamê û Siberoja Kurdên Sûrîyê

Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Şamê di qonaxeke hestiyar a herêmî de pêk hat.

Barzanî bi vexwendina Serokê Sûrîyê Ehmed Şeri' îro Duşemê serdana Şamê kir û di Koşka Gel de bi wî re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de, li gorî daxuyanîyan, pêwendîyên Sûrîyê bi Îraqê û Herêma Kurdistanê re, hevkarîya aborî û dawî pêşveçûnên li herêmê hatin gotûbêjkirin.

Lê di pişt perdeya vê serdanê de, dosyaya Kurdên Sûrîyê û pêwendîya di navbera hikûmeta Şamê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de jî cihekî girîng heye. Berdevkê Serokatîya Herêma Kurdistanê, Dilşad Şehab, piştrast kir ku di hevdîtina Barzanî û Şeri' de mijara peymana di navbera HSD'ê û hikûmeta Sûrîyê de hatiye gotûbêjkirin.

Lêkolînerê Îraqî Hêval Zaxoyî bawer dike ku serdan di şert û mercên herêmî yên pir tevlîhev de pêk tê. Li gorî wî, vekişîna hêdî hêdî ya hêzên Amerîkayê ji Herêma Kurdistanê, zêdebûna tengezarîyên di navbera Amerîka û Îranê de û îhtîmala guhertinên mezin li herêmê, rewşa Kurdistanê hestiyartir dike.

Hêval Zaxoyî
Hêval Zaxoyî

Zaxoyî her wiha balê dikişîne ser rewşa Îraqê û dibêje ku hikûmeta nû ya Îraqê di nav şertên dijwar de dixebite; ji alîyekî ve pirsgirêka gendelî û ji alîyê din ve jî mijara çekên komên çekdar û demjimêra nêzîk a radestkirina çekan, li pêşîya hikûmetê astengîyên mezin çêdikin. Li gor wî di navbera Bexda û Şamê, herwiha di navbera Hewlêr û Şamê de, pêvajoya dîplomatîk zêde bûye.

Zaxoyî dibêje ku Herêma Kurdistanê di nav devereke geostratejîk a hestiyar de ye û ji ber vê yekê hewcedarîya liveke dîplomatîk û siyasî heye. Li gorî wî, serdana Barzanî bo Şamê dikare peyamekê bide welatên cîran ku Herêma Kurdistanê ne beşek ji şerê herêmê ye, lê dixwaze bibe beşek ji aştîyê û li ser pêşeroja herêmê bi alîyan re têgihiştinê çêbike.

Rêvebirê Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman dibêje ku serdana Barzanî ne tenê bi berjewendiyên Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye, lê armanc dike ku rewşa Kurdên Sûrîyê jî aramtir bike û pêwendîyên wan bi hikûmeta demkî a Şamê re baştir bike.

Ramî Abdulrahman
Ramî Abdulrahman

Di daxuyanîyekê de ji bo ajansa AFPê, çavkaniyek hikûmeta Sûrîyê, ne xwest navê xwe eşkere bike, got ku bingeha serdanê gotûbêjkirina "peymana 29ê Çile û proseya entegrekirina Hêzên Sûrîyê ên Demokratîk di nav hikûmeta Sûrîyê de" bû.

Li gor Ebdulrehman hevdîtina Barzanî bi Şeri' nîşan dide ku Barzanî dixwaze di navbera Şamê û hêzên Kurd ên Sûrîyê de roleke nêzîkî diyalogê bilîze û ne ku tenê ji bo destkeftîyên Herêma Kurdistanê bixebite. Wî her wiha got ku ev hevditinên Barzanî li dijî wê îdîayê ne ku armanca serdanê tenê ew e ku Barzanî ji bo hêzên kurdî yên nêzîkî hikumeta Kurdistanê, li ser hesabê rêveberîya xweser an HSD'ê, destkeftiyên taybet bi dest bixe.

Di vê çarçoveyê de, Nêçîrvan Barzanî li ser X'ê piştrast kir ku Herêma Kurdistanê piştgirîya Sûrîyeke aram û yekgirtî dike, ku tê de mafên hemû komên etnîkî û olî bên parastin.

Barzanî her wiha got ku Sûrîye, Îraq û Herêma Kurdistanê wek cîran gelek berjewendîyên hevpar hene û di warê aborî de, derfetên mezin ji bo berfirehkirina hevkarîyê hene.

Ev peyam dikare wek siyaseta hevsengkirinê were xwendin. Ji aliyekî ve, Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendîyên xwe bi rêveberîya nû ya Şamê re pêş bixe û di pêşeroja Sûrîyê de roleke dîplomatîk hebe; ji aliyê din ve jî dixwaze maf û berjewendîyên Kurdên Sûrîyê bên parastin û dosyaya HSD'ê û Şamê bi rêya diyalogê were çareserkirin.


This item is part of
XS
SM
MD
LG