Lînkên eksesibilîtî

Maseya Girover: Pêwendiya Kurdên Sûriyê û Îraqê Piştî Bûyerên Dawî yên Herêma Kurdistanê


Bûyerên dawî yên herêma Kurdistan Îraqê, herçendî hîn di demên xwe yên seretayî de ne, diyare dê bandoreka berbiçav bidin ser pêwendiyên hikûmeta herêmê li gel hêz û welatên derdorê, û dê her hal guhertinekê li ser erdê çê ke.

Rêveberiya xweser a herêmên Kurdî li bakur û rojhilata Sûriyê jî, pêşbîne bi rengekî ji rengan bi van guhertinan re bide û bistîne.

Di demekê de, berpirsên rêveberiyê helwesteka piştgir ji herêma Kurdistana Îraqê re derbirîn, ew çawa dikarin bi awakî fermî û li ser erdê piştgiriya herêmê bikin?

Pêvajoyên dawî yên Herêma Kurdistana Îraqê li nav Kurdên Sûriyê dê çawa bên wergerandin?

Ta kîjan astê bingeh heye ji hevrêziyekê re di navbera herdû aliyan de?

Ji bo ronîkirina van pirsan û hin pirsên girêdayî, Dengê Amerîka mêvandariya sê kesan dike:

Kadar Pîrê, rêvebirê rêxistina Kurd Bê Sînor ku li Frensa Dimîne; nivîskar Pîr Rustem ku li Swîsra dimîne û Elî Îbrahîm, endamê komîta navendî ya Partiya Demukrata Kurdistana Sûriyê ku li Tirkiyê dimîne.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG