"Destpêşxerîya Çar Deryayan" wekî projeyeke stratejîk ji bo ku bibe alternatîva Tengava Hormuzê li Washingtonê hate ragihandin.
Armanca vê projeyê ew ku çar deryayan bihev ve girêbide: Kendava Erebî, Deryaya Qezwîn, Deryaya Sipî û Deryaya Reş, bi rêya korîdoreke tranzîtê û borîyên enerjîyê yên ku di nav Sûrîye û Tirkiyê re derbas dibin.
Destpêşxerî di konferansekê de hat gotûbêjkirin ku ji hêla “New Lines Institute for Strategy and Policy” li Klûba Rojnamevanî ya Niştîmanî li Washington hate lidarxistin. Di konferansê de karbidest, dîplomat û şêwirmendên ji welatên ku beşdarî projeyê bûne û kesên ku bi siberoja herêmê re têkildar in, beşdar bûn.
Di rûniştina vekirinê de daxuyanîyên fermî yên girîng ji rayedarên peywendîdar hatin dayîn û bal kişand ser gavên praktîkî ji bo vejandina hevkarîya stratejîk a enerjîyê.
Wilson: Sûrîye û Tirkîye Dikarin Bibin Alternatîva Tengava Hormuzê
Endamê Komarî yê Kongresa Amerîkî Joe Wilson, di peyamekê de piştgiriya xwe ya tevahî ji bo destpêşxerîya "Çar Deryayan" anî ziman. Wilson destnîşan kir ku “girtinaTengava Hormuzê ji alîyê rejîma terorîst a Îranê ve, rûyê rastî yê vê metirsîyê nîşan daye û îsbat kiriye ku cîhan hewceyî rêyên alternatîv e. Di vê çarçoveyê de Sûrîye û Tirkîye, ku hevalbenda NATO'yê ne, dikarin bibin hevparên navxweyî yên gaveke bi vî rengî.”
Endamê Kongresê yê Komarî tekez kir ku ev proje dê çekekî mezin ji destê rejîma Îranê derxîne û aramîya herêmê biparêze û mîsoger bike.
Wilson herwiha bal kişand ser girîngîya hewldanên Serok Donald Trump û Balyoz Tom Barrack ên di dema xwe de ji bo aramîya Sûrîyê.
Di beşekî din a peyama xwe de, Wilson amaje bi girîngîya girêdana aborî û enerjîyê ya navbera Sûrîye û Îraqê kir. Wî eşkere kir ku mîlîşyayên Îraqî yên girêdayî Îranê li dijî vê yekbûna aborî û enerjîyê derdikevin.
Îraq û Sûrîya Dixwazin Borîya "Kerkûk-Banyas" ji nû ve Ava Bikin
Balyozê Îraqê li Washingtonê Nîzar Xeyrullah û Karbirêkarê Sûrîyê li Balozxaneya Sûrî li Washingtonê, Mihemed Qenatrî, piştrast kir ku projeya vejandina borîya Kerkûk-Banyasê ketiye qonaxa plansazîya stratejîk. Armanc ew e ku rojane milyonek bermîl petrolê di rêya vê borîyê re werin hinardekirin.
Xeyrullah got ku heta niha ti helwesteke fermî ya hikûmeta Îraqê derbarê "Însîyatîfa Çar Deryayan" tune ye, lê diyar kir ku borîya Kerkûk-Banyasê dikare were berfirehkirin da ku bigihêje şiyana hinardekirinê ya yek mîlyon bermîl di rojekê de. Wî tekez kir ku niyaza berfirehkirina hevkarîyê ji bo gaz û elektrîkê jî heye.
Xeyrullah ev înîsiyatîf wekî derfeteke rastîn a ku ji krîzên deryayî yên hene, ku gef in li ser keştîvanîyê li Tengava Hormuzê û Tengava Bab El Mendebê, bi nav kir. Wî destnîşan kir ku gavên praktîkî ji bo vejandin û nûjenkirina borîya dîrokî ya 800 kîlometreyî ya ku Kerkûk û Banyasê bi hev ve girêdide.
Balyozê Îraqê got: "Dê têkilîyên me bi Enqerê re berfirehtir bibin da ku projeyên mezin ên petrokîmyayî û sektora elektrîkê û gaza xwezayî jî di nav xwe de bihewîne."
Sûrîya Amadebûna Xwe ji bo Şandina Petrol û Gaza Îraqê bo Tirkiyê û Ewrupayê Dîyar Dike
Ji aliyê xwe ve, Karbirêkarê Sûriyê li Balozxaneya Sûrî li Washingtonê, Mihemed Qenatrî, destpêkirina qonaxeke nû di têkiliyên bi Îraqê re ragihand û amadebûna Sûrîya ya tevahî ji bo şandina petrol û gazê ber bi Deryaya Spî ve piştrast kir.
Qenatrî got, " Şam amade ye boriyên pêwîst ji bo destpêkirina şandina petrol û gazê ji Iraqê, bi rêya axa Sûriyê, ber bi Tirkiyê û Derya Spî ve werbigirin û bi hev ve girêbidin.
Balyoz Cekuta: Pêwîstîya Cîhanê bi Veguhestina Hîdrokarbonên Îraqê bi Rêya Sûrîyê Heye
Balyozê xanenişîn yê Amerîkayê Robert Cekuta, di hevpeyvîneke taybet de ligel Dengê Amerîka, ragihand ku destpêşxerîya nû ya enerjîyê di bingeha xwe de pir baş e, lê pirsa serekî ew e ka ev plan dê çawa di praktîkê de were cîbcîkirin?
Cekuta diyar kir ku Amerîka xwedî pisporîyeke mezin e ku dikare di pêşxistina çavkanîyên enerjîyê yên Sûrîyê de alîkarîyê bike.
Derbarê rola Îraqê û sûdwergirtina wê ji vê projeyê, Balyoz Cekuta tekez kir ku Îraq dê gelek sûdmend be.
Wî got ku nefta Îraqê, ku duyemîn mezintirîn berhemhêner a OPECê ye, nabe ku tenê bi rêya benderên Faw û Kendavê, an jî xetên Ceyhan, were veguhastin; lê belê vekirina xetên nû ber bi Deryaya Sipî ve daxwazeke navnetewî ye.
Lêkolîner: Sûrîye Dikare di Nav 10 Salan de Bibe Navenda Serekî ya Enerjîyê
Lêkolînera Enstîtuya New Lines Dania Arayssi ji Dengê Amerîka re got ku alozîyên heyî, bi taybet girtina Tengava Hormuzê û nebûna aramîyê li Deryaya Sor, bandoreke giran li bihayê neft û gaza cîhanê û aborîya navnetewî kiriye.
Arayssi tekez kir ku "ji ber van qeyranan, divê rêyên alternatîv werin dîtin. Di vê çarçoveyê de, divê Sûrîyê wekî navenda avakirina jeopolîtîk, jeoaborî û enerjîyê were ragihandin, ji ber ku pêgeha wê ya stratejîk delîveyê dide ku ew bibe korîdoreke mezin a têkilîyan. Ev yek dê bibe sedema serxwebûna herêmê ji bandor û zextên Îranê."
Pispora New Lines pir geşbîn e ku di nav 5 heta 10 salên bê de, Sûrîye bibe navendeke serekî ya enerjiyê û aborîya xwe ji nû ve ava bike.
Xal û Bingehên Serekî yên Destpêşxerîya Çar deryayan Çi ne?
Projeya Destpêşxerîyê ku ji alîyê “New Lines Institute for Strategy and Policy” ve hatiye ragihandin, li ser çar korîdoran radiweste ku hemû li ser sînorên Sûrîye û Tirkiyê digihêjin hev:
Korîdora Kendav-Deryaya Sipî armanc dike Erebistana Siûdî, Îmarat û Kuweytê - bi rêya Urdun û Sûrîyê - bi termînala Banyasê ve girê bide.
Korîdora Îraq-Sûrîyê armanc dike ku borîyên Kerkûk-Banyasê, ku bi dehan salan girtî bûn, ji nû ve were çêkirin û berfirehkirin.
Korîdora Qezwîn-Anadolê armanc dike binesazîya enerjîya Sûrîyê bi Boriya Gaza Siruştî ya Trans-Anadolê (TANAP) ve girê bide da ku gaza Azerbaycan û Tirkmenistanê bigihîne Ewrupayê.
Nûjnekirina Borîya Gaza Erebî, ku Projeyek 1.2 milyar dolarî ye. Ew ji bo nûçêkirina xeta ku Misir, Urdun, Sûrîye û Libnanê bi hev ve girê dide, û projeya gaza Misir, Qibris û Libnanê dike yek.