Serokwezîrê Îraqê, Elî Zeydî, roja Çarşemê 28 Cotmehê gihîşt Şamê. Ev yekem serdana serokwezîrekî Îraqî bo Sûriyê ye ji dema hilweşîna rejîma Beşar Esed di Kanûna Yekem a 2024an de.
Di vê serdanê de, wî bi Serokê Sûrîyê Ehmed Şeri’ re civiya û li ser têkiliyên dualî û mijarên hevpar ên ewlehî û aborî gotûbêj kir.
Li gor daxuyaniya ofîsa ragehandina Serokwezîrê Îraqê di platforma Xê de, di civîna roja Çarşemê de, herdu alîyan li ser çend mijarên girîng gotûbêj kirin. Di nav de, hinardekirina petrola Îraqê bi riya borîya Banyasê, ku rojê du milyon bermîl hinarde bike, zêdekirina bazirganiya di navbera her du welatan de û pêşxistina hevkariyê di warê çandinî de bûn, da ku her du welat di warê xwarinê û aboriyê de hev temam bikin.
Ev serdan di demekê de pêk hat ku her du welat bi kêşeyên ewlehiyê yên li ser sînor mijûlin û dîrokeke dirêj ji girjîya peywendîyan hebû.
Ednan Esserac: Aramiya Sûriyê ji bo Aramiya Îraqê Girîng e
Şirovekarê siyasî yê Îraqî û Serokê Navenda Îraqî bo Geşedana Ragihandinê, Ednan Esserac, gote Dengê Amerîkayê, “serdana Zeydî nîşana xwesteka hikûmeta nû ya Îraqê ye ku têkiliyên xwe bi welatên erebî û herêmî re xurtir bike.”
Li gorî Esserac, yek ji mijarên sereke ji bo Îraqê ew e ku Sûrîye ewlehî û aramiya li ser sînor biparêze, li dijî komên tundrê têkoşînê bike û rê li ber belavbûna gotarên kîn û nefretê bigire. Ew bawer dike ku aramiya Sûriyê rasterast bi aramiya Îraqê ve girêdayî ye.
Hin siyasîyên Îraqî rexneyê li serdana Zeydî bo Sûriyê dikin. Ew dibêjin ku Bexda zû bi rêveberiya Ehmed Şeri’ re nêzîk dibe. Sedema nerazîbûna wan rabirdûya Şeri’î û şerê wî li Îraqê ye. Ew her wiha behsa biryarên kevn ên girtina wî dikin.
Lê Esserac, dibêje ku ev “serdana hêzê ye, ne serdana lawaziyê”. Li gorî wî, Îraq dixwaze têkiliyên xwe bi Sûrîyê û welatên herêmê re xurtir bike û berjewendiyên xwe yên ewlehî û aborî biparêze.
Berebendî: Pirsgirêkên Dijwar Hîn jî di Navbera Şam û Bexda de Hene
Dîplomatê Sûrî, Bessam Berebendî, ji Dengê Amerîkayê re diyar kir ku di navbera herdu welatan de hîn jî hin pirsgirêkên dijwar hene ku divê çareser bibin, û bal kişande ser hebûna hejmarekî mezin ji Sûrîyan ku wekî endamên gumanbar yên Daişê hatine veguheztin bo Îraqê.
Li gorî wî, zêdetirî 3,000 Sûrî ji alîyê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD)ê ve ve hatine veguheztin û dadgehên Îraqê di gelek dozên wan de belgên têrker nedîtine ku wan bi Daişê ve girêbidin.
Berebendî herwiha dibêje, ku beşdariya hin komên çekdar ên Îraqî yên nêzî Îranê di şerê Sûrîyê de barêkî giran li ser têkiliyên herdu welatan hiştiye. Berebendî, got “seredana Zeydî girîng e, ji ber ku yekem serdana serokwezîrekî Îraqî ye bo Sûrîya nû piştî guherînên siyasî yên li welêt. Herwiha daxwazek navnetewîye jî, bi taybetî ji aliyê Amerîkayê ve, ku dixwaze têkiliyên aborî di navbera Sûriyê û Îraqê de pêş bikevin“.
Berman: Serdana Elî Zeydî Dikare Deriyê Hevkariya Aborî Veke
Ji alîyê xwe ve Îlan Berman, cîgirê serokê Encûmena Siyaseta Derve ya Amerîkayê (American Foreign Policy Council), gote Dengê Amerîkayê ku serdana Elî Zeydî bo Şamê ji gelek aliyan ve girîng e. Ev yekem serdana serokwezîrekî Îraqî ye piştî hilweşîna rejîma Esed, û nîşan dide ku Bexda hewl dide têkiliyek kûrtir û berfirehtir bi hikûmeta nû ya Sûriyê re ava bike.
Li gorî Berman, mijara sereke ya ku dê li ser were axaftin ewlekarî ye. Hîn jî li Îraqê nîgeranî hene derbarê rabirdûya Serokê Sûriyê Ehmed Şeri’, û herwiha çalakiyên dirêjdem ên Daişê li ser sînorê Îraq û Sûriyê.
Berman herwiha got ku şerê Îranê yek ji mijarên girîng e ku bandorê li ser herêmê dike. Li gorî wî, her ku alozî berdewam bike, welatên herêmê li alternatîfên nû digerin da ku girêdana xwe bi Tengava Hormuzê kêm bikin. Ev jî dikare derfeteke nû ji bo hevkariya aborî ya berfirehtir di navbera Bexda û Şamê de biafirîne.
Wî got ku ji ber vê yekê dibe ku di warê bazirganî, û hevkariya aborî de gavên nû werin avêtin.