Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Ewlekarîya Îraqê Kargeheke Çêkirina Dronan li Bexdayê Girt

Dîmen ji arşîvê ye.
Dîmen ji arşîvê ye.

Sazîya Ewlekarîya Neteweyî ya Îraqê îro Sêşemê ragihand ku wan dest danîye ser kargeheke çêkirina dronan li paytexta welêt Bexda.

Sazîyê di daxuyanîyekê de X'ê got: "Piştî hewldaneke hewalgirî ya hûr, Hêzên Ewlekarîya Neteweyî karîbû hewldana çêkirina dronan li nav paytext Bexdayê pûç bikin û sê tawanbarên ku di vê çalakîya qedexekirî de beşdar bûn bigire."

Daxuyanîyê zêde kir ku: "Operasyon bi çavdêrîya dadwerê Dadgeha Lêkolînê ya Sêyemîn a pispor di dosyayên sazîyê de hat kirin; tîmên sazîyê biryarên girtin û lêgerînê yên ku li dijî tawanbaran hatibûn derxistin bicih anîn."

Hêjayî gotinê ye di 24'ê Hezîranê de, Encûmena Bilind a Dadwerî ya Îraqê daxwaz ji dadgehan kir ku Yasaya li Dijî Terorê (ya sala 2005'an) li ser her kesê ku dronan çêdike, bikar tîne an dixwaz bişîne cîbicî bikin.

Cezayê vê yasayê heta darvekirinê diçe ji bo yên ku ev kar kirine, kesên ku ew plan kirine, hander û fînansekarên wan in.

Pisporê stratejîk Dr. Ehmed El-Şerîf dibîne ku ev tevgera ewlehîyê nedibû eger ew zext û piştgirîya navneteweyî û herêmî ya mezin, bi taybetî ji alîyê Amerîkayê ve nebûya, ku ev tişt bû sedem ku biryara siyasî û cîbicîkar azadî û qadeke firehtir bi dest bixe ji bo çareserkirina pirsên ku rasterast dest li ewlehîya neteweyî ya Îraqê didin.

El-Şerîf ji Dengê Amerîka re ku "lêdana tore û xaneyên meydanî gaveke bingehîn e, lê heta ku çareserî negihêje 'Rêveberê Rastî' ne bes e. Ji ber ku amûr û kesên ku kar dikin, çi kesên bi kirê hatine girtin an jî pisporên ku bi pereyan hatine xapandin, dikarin bi hêsanî werin guhartin. Ya girîng ew e aliyan ku fînanse dikin, îdeolojiyê belav dikin, û alîkariya lojîstîkî û parçeyên ji van xaneyan re di navenda paytextê de dabîn dikin bihêne girtin."

Bi dîtina El-Şerîf, ev operasyon nîşana "hêvîyê" û xala destpêkê ya girîng e ber bi bidawîanîna dosyaya çekên beradayî û rûbirûbûna gendelîyê. Lê veguhastina vê destkeftîya meydanî bo aramiya berdewam, pêdivî bi derbasbûna ji polîtîkaya "çareserkirina nîşaneyan" ber bi "rakirina sedeman ji rih û rîşalan ve" heye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG