Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Îraqê ji bo Hevdîtinên Dualî Serdana Tirkiyê Dike


Wezîrê Derve yê Tikriyê Hakan Fîdan û Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên
Wezîrê Derve yê Tikriyê Hakan Fîdan û Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên

Medyaya Tirkiyê Sêşemê ragihand ku wezîrê derve yê Îraqê jibo hevdîtinên dualî serdana Tirkiyê dike.

Wezareta derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve Fuad Husên dê Sêşemê serdana Tirkiyê bike û li ser peywendiyên dualî û mijarên herêmî danûstandinan encam bidin.

Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Thabet el-Abbasî bi şandeke payebilind re dê bi Husên re be.

Di daxuyaniya wezareta derve ya Tirkiyê de wiha hat gotin: "Di serdanê de wê gelek aliyên têkiliyên me yên dualî bi berfirehî bên nirxandin û mijarên heyî yên herêmî bên gotûbêjkirin."

Li aliyê din, wezareta derve ya Îraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku Wezîrê Derve Fûad Husên tevî şandeke di asta bilind de gihişt Enqerê, ewê ji bo hevdîtinên dualî û hevkariya ewlekarî û Îstîxbaratî dîdaran encam bidin.

Hesaba fermî ya wezareta derve ya Îraqê di platforma X'ê de dibêje, Wezîr Fûad Husên giha Enqerê û ewê bi hevtayê xwe yê Tirk Hakan Fîdan re kom bibe.

XS
SM
MD
LG