Hikûmeta Herêma Kurdistan Îraqê îro Şemiyê di daxuyaniyekê de kuştina sivîlan di êrîên esmanî yên Tirkiyê de şermezar kir û sersaxiya malbatên qurbaniyan kir.
Peyvdarê hikûmetê Jotyar Adil got:
"Em bi xemên mezin li rûdanên îro û yên rojên din li herêmên sînorî temaşe dikin. Van êrîşan bi awayekî trajîdî sivîl kuştin û ziyaneke mezin gihandin gundên herêmê. Hikûmeta herêma Kurdistanê kuştina sivîlan şermezar dike û sersaxiyê li malbatên qurbaniyan dike.”
Daxuyaniyê her wiha got:
“Em bang li komara Tirkiyê dikin ku rêzê li serweriya axa me bigre. Em her wiha bang li PKK dikin ku di zûtirîn dem de van herêman bicî bihêle ta ku rê li girjiyan bên girtin li ser sînorê Herêma Kurdistanê. Hikûmeta Herêmê hêvîdar e ku pêwendiyên dostane li gel hemî welatên cîran hebe. Divê axa Kurdistanê neyê bikaranîn ji bo êrîşkirina welatekî din.”
Ev bû çend roj in Tirkiyê êrîşên esmanî dibe ser bingeh û şervanên PKKê li wan herêmên sînorî.
Tirkiyê dibêje ne Îraq û nejî herêma Kurdistana Îraqê, tiştekî ji bo jinavbirina PKKê nakine û PKKê navçeyên Îraqê ji bo êrîşên xwe yên dijî Tirrkiyê bi kar tîne.