Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Hinardina Nefta Xav a Herêma Kurdistanê Rawestand Piştî Serketina  di Doza Dijî Tirkiyê de


Rayedarekî petrolê ji Reutersê re got, Îraqê roja Şemiyê 450,000 bermîlên hinardekirina nefta xav ji Herêma Kurdistanê û zeviyên bakurê Kerkûkê rawestand, piştî ku welatê wê di doza hekemdarî ya demdirêj de li dijî Tirkiyê bi ser ket.

Di dozeke sala 2014an de, Bexdayê îdia kir ku Tirkiyê rêkeftina hevbeş binpê kiriye û rê daye Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku petrolê derbasî bendera Ceyhanê ya Tirkiyê bike.

Bexda hinardekirina hikûmeta Herêma Kurdistanê neyasayî dibîne.

Berpirsekî mezin ê wezareta neftê got: "Îraq bi biryara dawî ya Dadgeha Navnetwî ya Hekemdarîyê roja Pêncşemê bi fermî hat agahdarkirin û ew di berjewendiya Îraqê de bû."

Çavkaniyekê got, Tirkiyê ji Iraqê re ragihand ku ewê rêzê li biryara hekemdarî bigire.

Li gorî belgeyeke ku Reutersê dîtiye, karbidestên keştiya Tirkiyê ji karmendên Îraqî yên navenda hinartina petrolê ya Ceyhanê ya Tirkiyê re gotine, ku ti gemiyek bêyî erêkirina hikûmeta Îraqê nahêle petrola xav a Kurdistanê bar bike.

Belgeyeke cuda ku Reutersê dîtiye nîşan dide ku piştî vê yekê Tirkiyê derxistina nefta xav a Îraqê ji boriya ku digihêje Ceyhanê rawestand.

Berpirsekî ji Reutersê re got, roja Şemîyê, Îraqê derxistina neftê ji zeviyên petrolê yên bakurê Kerkûkê rawestand.

Iraq 370,000 bermîl nefta xav a hikûmeta Herêma Kurdistanê û 75,000 bermîl nefta xav a federal bi rêya boriya neftê derdixist berî ku ew were rawestandin, li gorî çavkaniyekê ku bi karûbarên boriyê agahdar e.

Berpirsekî din yê neftê got ku "şandek ji wezareta neftê dê di demek nêzîk de biçe Tirkiyê ji bo ku bi rayedarên enerjiyê re bicive û li ser mekanîzma nû ya hinardina nefta xav a bakurê Îraqê, li gorî biryara hekemdarîyê, li hev bikin."

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG