Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Bi Hêviya Vegera Xiristiyanan Dêrekê Li Bajarê Or Ava Dike


Zengilê dêra nû ya ku li nêzîkî bajarê kevnar ê Îraqî Or hatiye çêkirin, hefteya borî bo cara yekem lêda, wek beşek ji hewildanekê ji bo vegerandina bawermendan bo welatekî ku mala yek ji kevintirîn civakên xiristiyan ên cîhanê ye.

Or bajarek e ku bi kevneşopî tê bawerkirin ku cihê jidayikbûna Pêxember Îbrahîm e ku Papayê Vatîkanê Francis berî sê salan serdana wî kiribû.

Çêkirina dêrê dê vê mehê biqede. Hefteya borî, û zengilê mezin li ser birca ku ji kerpîçên zer ên kevneşopî yên Îraqî hatî çêkirin, hat danîn.

Di serdana xwe ya dîrokî ya Îraqê di Adara 2021an de, Papa Francis merasîmeke olî lidar xist li cîhekî li Ur ku tê bawerkirin mala Îbrahîm bû - bavê Xiristiyanî, Cihûtî û Îslamê ye.

Serdana wî hêviyek bû ji bo civaka Xiristiyan ku hejmara wê dora 1.5 mîlyon bû, lê di piştî derbasbûna Amerîka ya sala 2003an ku bi salan xwînrijandina mezhebî destpêkir, hejmara wan daket bo tenê çend sed hezaran.

Civaka xirîstiyan a Îraqê ya cihêreng, pêşî ji aliyê bilindbûna El Qaîde ve di destpêka salên 2000î de û piştre jî ji aliyê Daişê, grûpa tundrew ku bi awayekî hovane zilm li Xirîstiyanan û bawerî û mezhebên hindikahiyên din kir, hate hilweşandin.

Civak ji dema têkçûna Daişê ve li Îraqê di sala 2017an de, têdikoşe ku xwe baş bike lê rastî astengiyan tê, ji ber bêkarîya bilind û zehmetiya vegerê bo deverên dîrokî yên xiristiyanan, ku hin ji wan hîn di bin kontrola komên çekdar de ne.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG