Îraqê îro Şemîyê biryara Amerîka ya danîna serkirdeyê Heşdulşaabî nav lîsta reş şermezar kir û ew wek biryareke “nayê pejirandin” anî ziman.
Waşingtonê roja Înê ceza li ser serokê Heşdulşaabî Faleh el-Feyad sepandin û Xezîneya Amerîka ew bi serkirdayetîya mîlîtanên ku sala 2019an bi sedan xwepêşanderên Îraqî yên dijî hikûmetê kuştinî, tawanbar kir.
Wê got ku Feyad hevrêzî bi Nobedarên Şoreşger yên Îranê re kiriye.
Wezareta derve ya Îraqê di daxuyanîyekê de got:
“Em piştrast dikin ku biryar surpirîzeke nayên pejirandin.”
Wezaretê got ew dê bi baldarî hemî biryarên wezareta Xezîneya Amerîkî li gel rêveberîya niha û ya pêş a Amerîka bişopîne.
Tê zanîn ku Îraq hevabenda Amerîka ye û di heman demê de ya Îranê ye jî, herdu welatên dijber ên ku girjîyên wan di van demên dawî de bêhtir bûne.