Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bingeheke Rahênerên Amerîkî li Îraqê Rastî Êrîşekê tê


Artêşa Îraqê ragihand ku bingeheke lişkerî li bakurê Bexdayê rastî êrîşeke topên hawn hat, cihê ku rahênerên Amerîkî lê dimînin.

Daxuyaniya leşkerî got di encama êrîşa ser bingeha Balad de, hin bas şewitîn lê agir di cih de hat vemirandin.

Generalekî artêşa Îraqê ku nexwest navê xwe diyar bike got êrîş piştî nîvê şeva borî bû û rahênerên Amerîkî li bingeha Balad dimînin.

Ev êrîş dibe di demekê de ku girjî li Rojhilata Navîn di navbera Amerîka û Îranê de bilind dibine, û gurbûna herî dawî jî ew bû êrîşa berguman li ser du gemiyên niftê li tengava Hormuz.

Amerîka Îran bi wê êrîşê tawabar kir lê Îranê red kir.

Îraq ku wek Îranê piranya welatiyên wê Şîaa ne, hewil dide dostaniya xwe bi Tehran û Waşintonê re biparêze.

Metirsiya Îraq a ku mêvandariya 5,000 serbazên Amerîkî dike, ew e ku dîsa rastî şerekî bibe di navbera Îranê û Amerîka de

XS
SM
MD
LG