Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Siberoja Pêwendîyên Amerîka û Îraqê


Di vê demê de ku girjî di navbera Îranê û Amerîka de bilind dibe, li Îraqê bi deh hezaran alîgirên grubên ku Îran piştgirîya wan dike, di roja salvegera kuştina generalê Îranî Qasim Silêmanî de derketin xwepêşandanan û sloganên dijî Amerîka hildan.

Serokê Hêzên Heşdaşaabî Faleh el-Feyyad û qumandarê Rêxistina Bedir Hadî el-Amirî, ku tevlî xwepêşandanan bûn, careke din banga derxistina hêzên Amerîkî ji Îraqê kir.

Amadebûn û rola grubên hevalbendên Îranê li Îraqê û serederîya hikûmeta Îraqê bi wan re çawa ye?

Serokwezîrê Îraqê Mistefa el-Kazimî çi bijar di vê derbarê de hene?

Derxistina hêzên Amerîkî ji Îraqê çiqas daxwazeke Îraqî ye û dê bandora wê li ser Îraqê çi be?

Rêvebirîya serokê Amerîka yê li ser çûyînê Donald Trump bi vê mijarê re çawa danûstandin kir û rêvebirîya serokê hilbijartî Joe Biden, ku di 20 vê mehê de desthilatê werdigire, pêşbîn e çi guhertinan di siyaseta Amerîka ya li Îraqê de bike?

Hawar Nêrweyî û Mehmûd Ebbas
Hawar Nêrweyî û Mehmûd Ebbas

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Dr. Hawar Nêrweyî, mamosteyê zanîngehê li Duhoka Herêma Kurdistana Îraqê û Dr. Mehmûd Ebbas, şîrovekarê siyasî li bajarê Houstonê wîlayeta Teksasê.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng vekin

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG