Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenterên Krîstîyan bi Karbirêkarê Balozxaneya Amerîkayê re li Bexda Kombûn

Joshua Harris Chargé d’Affaires at U.S. Mission Iraq with Iaqi MPs
Joshua Harris Chargé d’Affaires at U.S. Mission Iraq with Iaqi MPs

Şandeya Bloka "Suyana" a Krîstîyanî di parlamentoya Îraqê de, li paytext Bexda
ligel Karbirêkarê Balozxaneya Amerîkayê Joshua Harris civiya. Di civînê de hejmareke mijarên siyasî, niştimanî, û mafan, bi taybetî mafên destûrî û siyasî yên pêkhateya xiristîyanî li Îraqê hatin gotûbêjkirin.

Perlementer Samî Oşana, endamê parlamena Îraqê di daxuyaniyeke taybet de ji bo Dengê Amerîka diyar kir ku di civînê de wan daxwaz ji aliyê Amerîkî kiriye ku rêz li mafên Krîstîyana were girtin daku nûnertîyeke dadperwerone di sazîyên dewletê de li gorî vîyana dengderan hebe.

Sami Oshana, Iraqi MP
Sami Oshana, Iraqi MP

Derbarê pêngavên temamkirina kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê bi serokatîya Serokwezîr Elî Falih El-Zeydî, parlamenter Oşana ji Dengê Amerîka re eşkere kir ku heta niha di parlamentoyê de deng li ser 14 wezaretan di nava 23 wezaretan de hatiye dayîn, û tenê 9 wezaret mane ku hîn deng li ser nehatiye dayîn.

Oşana da zanîn ku wezareta taybet bi pêkhateya Krîstîyanî li Îraqê (Wezareta Koç û Koçberan)'e û bloka "Suyana" ku xwediya 3 kursiyan e û bloka herî mezin ya pêkahteya Krîstîyanên Îraqî ye, ku bi tevahî 5 kursiyên wan di parlamena Îraqê de hene, daxwaz dike ku wezareta navbirî pişka wan a yasayî û mafê hilbijartinê ye.

Di dawiyê de Parlamenter Samî Oşana destnîşan kir ku ev serdanên dîplomatîk bo balyozxaneyan û di pêşîyê de bo Balyozxaneya Amerîkî berdewam dibin daku mafên pêkhateyan di nav sîstema siyasî ya Iraqê de werin parastin.

Di şandeyê de serokê blokê, Parlamenter Kildo Remzî Oxena û Parlamenter Samî Oşana û parlamenter Îmad Yuxana Yaqo jî hebûn.

This item is part of
XS
SM
MD
LG