Breaking News

Washington li Benda Encamê ye û Zeydî li Curf el-Sexer Hizbullahê bi Heşda Şe'ibî Diguherîne

Di demekê de ku Washington ji Serokwezîrê Îraqê çaverê dike encamên berçav li ser erdê pêk bîne û mîlîşyayên ser Îranê ve ji ber çalakiyên wan ên "tund û bêaramîya herêmê zêde dikin" berpirsyar bigire, Elî el-Zeydî Pêncşemê ferman da ku li Curf el-Sexerê hêzeke ewlehîyê ya nû bi fermandarîya Polîsê Federal û beşdariya du lîwayên Heşda Şe'ibî were bicihkirin.

Ev gav di çarçoveya hewldanên hikûmeta Îraqê de hatin avêtin bi armanca kontrolkirina herêmê, û rawestandina qaçaxçîtîya petrolê li vê herêma ku di bin kontrola koma Ketayîb Hizbullah a ser Îranê ve de ye.

Berdevkekî Wezareta Derve ya Amerîkayê, gote Dengê Amerîka ku: "Ev mîlîşya bi awayekî çalak serwerîya Îraqê dixin bin metirsîyê, aborîya Îraqê lawaz dikin, û bi rêya bertîl û gendelîyê samanên Îraqê didizin da ku sûdê bigihînin xwe û rejîma Tehranê."

Li hember vê nêrînê ya Washingtonê, lêkolînera karûbarên Îraqê Elizabeth Tsurkov, ku di sala 2023'an de ji aliyê Ketaîb Hîzbullah ve hatibû revandin, got ku pirsgirêka Curf el-Sexerê ne tenê qaçaxçîtiya petrolê ye. Li gorî wê, herêm bi salan bûye nîşana paqijkirina etnîkî, windabûna kesan û têkçûna mafên mirovan.

Tsurkov bang kir ku dewleta Îraqê kontrola xwe ya rastîn li ser Curf el-Sexirê vegerîne, li gorên komî bigere, depoyên çekan vekole û rê bide ku koçberên herêmê, yên ku li gorî pêzanînên wê di navbera 120 heta 180 hezar kesan de ne, vegerin malên xwe.

Di heman demê de, şirovekarê Amerîkî û efserê berê yê îstixbaratê Amerîkî, Michael Pregent nêrîneke cuda pêşkêş kir.

Wî got ev ne operasyoneke rastîn li dijî Ketayîb Hizbullah e, lê "şanoyeke siyasî" ye ku armanca wê razîkirina Washingtonê ye ku hikûmeta Bexdayê li dijî mîlîşyayan tevdigere.

Michael Pregent, Şrovekarê Siyasî û Ewlehî
Michael Pregent, Şrovekarê Siyasî û Ewlehî

Pregent di wê bawerîyê de ye ku kesên di danûstandinên li ser vê operasyonê de beşdar in, wekî Hadî el-Amirî, Ebu Fedek û fermandarên nêzîkî Îranê herwiha amadebûna Fermandarê Arteşa Qudsê yê Îranê Îsmaîl Qaanî li Bexdayê, bi xwe nîşan didin ku ev ne hewildaneke rastîn a ji holê rakirina desthilata mîlîşyayan e.

Wî herwiha got ku dibe ku rêveberiya Amerîkayê û nûnerê wê Tom Barrack van gavan wekî behnekê bi kar bînin da ku cezayan li ser Îraqê neyên sepandin.
Pregent herwiha dibêje ku ev tevgera Zeydî tenê guherîna fermandariyê û guherandina cihê hêzan e, ne hewldanek rastîn ji bo vegerandina serweriya dewletê li ser mîlîşyayên girêdayî Îranê. Wî wiha got:"Abu Fadak ji vê operasyonê natirse, ji ber ku ew bixwe beşek ji wê ye."

Pregent, ku dibêje pênc salan li Îraqê bi hêzên ewlehiyê yên Îraqê re xebitiye û li ser mîlîşyayên girêdayî Îranê lêkolîn kiriye, di dawiyê de dibêje: "Ev ne gavek e ji bo ku Îraq serweriya xwe ji mîlîşyayên Îranê vegerîne."

Ji alîyê xwe ve, lêkolîner Tsurkov dibêje ku astenga sereke ya ku Serokwezîr El-Zaidî û Serokê Encûmena Dadwerî ya Bilind, Faîq Zêdan, pê re rûbirû ne, piştgiriya sînordar e ku di nav Çarçoveya Koordînasyonê de ji wê sûd werdigirin. Li gor wê, piraniya aliyên di vê çarçoveyê de ji çareseriyeke aştiyane alîgirin.

Elizabeth Tsurkov
Elizabeth Tsurkov

Tsurkov got ku ev cure çareserî ne çareseriyeke rastîn be, lê dikare rê bide ku hem hikûmet û hem jî Ketaîb Hîzbullah " Ava rûyê xwe biparêzin". Wê zêde kir ku rejîma Îranê jî li ser vê rêbazê dixebite û amaje bi raporên li ser serdana fermandarê Hêzên Qudsê, Îsmaîl Qaanî, bo Baghdadê kir.

Li gor Tsurkov, pirsgirêkeke din jî ew e ku hêzên ewlehiyê yên ku divê li dijî mîlîşyan tevbigerin, bi xwe jî di bin bandora wan de ne. Wê got ku ev yek pêkanîna her planeke ji bo bêçekkirin an sinordarkirina mîlîşyan zehmet dike.

Tsurkov dibîne ku armanca bêçekkirina tevahiya mîlîşyayan heta Hezîrana 2027an armanceke ne rastîn e û pêşniyar kir ku reformên hêdî û gav bi gav di saziyên ewlehiyê yên Îraqê de bêne kirin.

Tsurkov got:"Divê hêza mîlîşya di nav saziyên dewletê de gav bi gav were kêmkirin û dilsozîya fermandar û endamên hêzên ewlehiyê ji dewletê re were piştrastkirin."

Hin çavdêr dibêjin ku ev rêkeftin di nav bera Serok Wezîrê Îraqê û serokê koma Bedir Hadî El-Amirî, ku herwiha serokekî Heşda Şe’bî dibe ku bingehek ji bo derxistina mîlîşyayan nebe.

Li gorî wan, projeya Curf el-Sexirê tenê dê ji aliyê leşkerî ve ji nû ve were rêxistinkirin û kontrola herêmê dê di destê Rêxistina Bedir de bimîne, hem bi baskê wê yê çekdar û hem jî bi baskê wê yê fermî di nav Polîsê Federal de. Li gorî van nêrînan, mîlîşya dê li cihên xwe bimîne û tenê nav û çarçoveya fermî ya wan dê biguhere ku di bin sîwana Heşda Şe’bî de were pêşkêşkirin.

Ji ber vê yekê, pirsa bingehîn ya ku niha li Washingtonê û Bexdayê tê pirsîn ev e: gelo Curf el-Sexir bi rastî vedigere bin kontrola dewletê, an tenê guherîneke nav û rêveberiyê li nav hêzên heman koman de pêk tê?

XS
SM
MD
LG