Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Joe Wilson Banga Azadkirina Îraqê ji Desthilata Îranê Dike

Tenê çend demjimêran piştî ku Parlamena Îraqê temamkirina Hîkûmetê û pejirnadina wezîrên wezaretên bê wezîr mabûn, û wezaretên nû û 3 cîgir ji bo serokwezîr Elî Zeydî, endamê Kongresa Amerîkayê yê Komarî Joe Wilson bi tundî li wezîfedarkirina Laith el-Khazalî rabû û ew biryar rexne kir.

Wilson di peyameke xwe de li ser platforma Xê got ku el-Khazalî "terorîstekî destnîşankirî " û "destikê Îranê" ye. Wî herwiha got ku el-Khazali û mîlîşya wî, Esayîb Ehl el-Heq, berpirsiyar in ji kuştina Amerîkî û Îraqiyan.

Endamê Kongreyê got: "Ew ji Daişê, ne baştir e, belkî jî xerabtir be." Wî destnîşankirina el-Khazali ji bo posta Cêgirê Serokwezîrê Îraqê wek "skandalek" binav kir û got ku her çend ev biryar nerazîbûna wî derxistiye holê, lê ji bo wî ne surpirîze.

Wilson herwiha got "gelê Îraqê bi hemû pêkhateyên xwe ve ji hejî tiştekî baştir in" û di dawiya peyama xwe de bang kir ku "Îraq ji desthilata Îranê were azad kirin."

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê di bersiva pirsekê ya VOA Kurdî de tekez kir ku Washington piştgirî dide dîtina Serokwezîrê Îraqê, Eli el-Zeydî, ji bo avakirina siberojeka geştir ji bo hemû Îraqiyan, û Îran wek aktorek bêbawer binav kir û got ku Tehran bi bikaranîna mîlîşayên Îraqî ji bo talankirina samanê gelê Îraqê, metirsiyek li ser serweriya Îraqê çêdike.

Ji aliyê xwe ve, Joey Hood, balyozê berê yê Amerîkayê û dîplomatkarê pispor ku di bin çend rêveberiyên Amerîkî de bi taybetî li ser karûbarên Rojhilata Navîn xizmet kiriye, gote Dengê Amerîkayê ku rêveberiya Donald Trump û bi taybetî şandeyê wî yê taybet ji bo Îraqê, Tom Barrack, dixwazin li Îraqê rêbazeke nû biceribînin ku zêdetir li ser pêşxistina aborî û hevkariyên bazirganî raweste, ne li ser operasyonên leşkerî.

Joey Hood former US Acting Assistant Secretary of State for Near Eastern Affairs
Joey Hood former US Acting Assistant Secretary of State for Near Eastern Affairs

Li gor Hood, Washington dê niha siyaseta "muhletdan û çavdêriyê" bişopîne û serkeftina hikûmeta Elî Zeydî li ser encamên praktîkî yên li erdê were pîvan.

Hood got ku eger Zeydî bikaribe bi el-Khazali û kesên din re zextê li komên çekdar yên neguhdar zêde bike û wan bixe bin desthilata dewletê, ew ê çareseryeka Îraqî ji bo vê pirsgirêkê hebe.

Lê ji bo Washingtonê, ceribandina sereke ya strateji ya el-Zeydî ew e ku gelo Îran dê bi rêya alîgirên xwe karibe berdewam be di zext û gefan li ser gelê Îraqê, û encamdana êrişan li ser welatiyên Îraqê û welatên cîran de an na.

This item is part of
XS
SM
MD
LG