Karbidestên Îraqî dibêjin bi sedema çend peqînan li Bexda, bi kemî ve 58 kes hatin kuştin.
Jimareka bombeyan li taxê Sadir ya Şî’eyan li Bexda peqîn. Karbidestên ewlehiyê dibêjin bi kêmî ve otombîleka bombekirî nêzîkî nivîsîngeha Moqtada el-Sadir peqî û di encamê de 25 kes hatin kuştin û bi kêmî ve 100 kesên din birîndar bûn.
Bombeyeka din li firoşgehekê peqî. Karbidest dibêjin sê mizgeftên Şî’eyan li Bexda li roja Înî, bûne armanca êrişan.
Ev tund û tujiye çêbûn çend rojan piştî karbidestên Îraqî kuştina du rêberên bilind yên el-Qayide li Îraqê, ragihand.
Jimara êrişan li paytexa Îraqê, piştî hilbijartinên Adarê zêdebûn. Karbidest xembarin ku siyaseta nepiştrast ya paşerojê bûye egera azrandina tund û tujiyên nû.