Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Êzdiyên Îraqê Dibêje ewê Zarokên Çekdarên Daişê Himbêz Nekin


Civata giyanî ya pêkhateya Êzdî li Îraqê dibêje ewê zarokên wan jinên ku ji aliyê Daişê ve rastî destdirêjiya seksî bûyî, nepejirîne.

Civatê berî çend rojan gotibû ewê hemî rizgarbûyên ji nav destê Daişê himbêz bike.

Civata giyanî ya bilind dibêje dezgehên medyayî wateya daxuyaniya wan a berê guherandibû.

Bawere gelek jinên êzdî li Sûriyê ne, cihê ku ew bi darê zorê hatin zewicandin û zarok ji çekdarên Daişê anîn.

Berpirsê Êzdî Elî Xudeyr Ilyas îro Yekşemê got civat handeriya jinan dike ku li gel zarokên xwe vegerin, lê got,”Em nikarin bi darê zorê bihêlin ku malbat wan zarokan bipejirînin.”

XS
SM
MD
LG