Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq: 11 Zarokên Sava ji Sedema Şewatê Jiyana Xwe Jidest Didin


Di beşa jinan ya nexoşxana Yermok li paytext Bexda şewat derket, di encama şewatê de agir di pişka jinan û jidayikbûnê de belav bû, li gur lêgerînan şewat ji sedema hêla elktriîkê derketiye û di encam de 11 zarokên nû hatîn dinê mirin e.

Berpirsên Îraqî û çavkaniyên tendirustiyê dane zanîn ku sê zarokên din jî rastî xeniqînê hatine û rewşa wan jî xerabe, herweha çavkaniyên wezareta tendirustîya îraqê dan xuyakirin ku 18 zaro û 29 jin di wê pişka nexoşxanê de hebûn, ji wan 11 zarokan jiyana xwe jidest dane û 3 zaro jî giran birîndar bûne.

Nexoşxana Yermok yek ji nexoşxanên mezin yên li Îraqê ye, nîva meha Gulana borî heman nexoşxane rastî şewatek din hat bû, lê hîç ziyanekgiyanî peyda ne bibû.

XS
SM
MD
LG