Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Şîayan de bi Dehan Sunnî li Îraqê Hatine Kuştin


Dîmeneke arşîv ya ji peqîneke li Baquba
Dîmeneke arşîv ya ji peqîneke li Baquba

Mîlîtanên Şîa îro Înê mizgefteke Sunnîyan Ii Bexda peqand û dû re jî teqe li ser şenîya wê kir.

Hate ragihandin ku bi kêmî ve 60 kes di encama wê êrîşê de hatine kuştin ku ew kes jibo nimêja Înê li mizgeftê bûn.

Tirs heye ku ew êrîşa kujêr hewlên asteng be, li pêş pêkanîna hikûmeteke nû ya bi pêşengîya Şîayan/

Serokwezîrê destnîşankirî Hayder el-Abadi hewil dide ku hikûmeteke yekgirtî ava bike ku tê de Sunnî û Kurd jî cîh bigirin.

Êrîşa îro ya li bajarê Baquba ya Sunnîyan qewimî ku mîlîtanên DAÎŞ lê xurt in. Baquba ji sala 2006an vir ve, gelek caran rastî tundîya mezhebî hatiye.

XS
SM
MD
LG