Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Mêhvandarîya Hevrikên Herêmê, Îran û Saudî Dike


Îraqê wê mihvandarîya confereransekê îro şembiyê bike ko Îran û Erebistana Saudî têda beşdar bin, eve hewleka serok wezîrên Îtaqê Adil Ebdulmehdî ye bo bihêz kirna rola welatê xwe weko li herêmê.

Biryare digel şandên perlemantarên Îran û Erebistana Saudî şandên perlemanê Tirkiye û kuwêt û Sûrîye û Urdin beşdar bibin bo danûstandinan liser pirsen ewlehî û aborî û diblomasî.

Li vê dawîyê Adil Ebdulmehdî seredana Erbistan Saudî û Îranê kirbû ko her dû welat hevrikên serekene li herêmê û zor kêm li yek cih lihev tên.

Serok wezîrê Îraqê lidaxyanîyekê da got, Îraq dixwaze têkelîyên xwe yên bihêz digel Îranê biparêze herwesa têkelîyên xwe digel Amerîka û tevaya welatên herêmê bibaşî bihêle.

Piştî Şeş mehan ji wergirtîna postê serok wezirên Îraqê Ebdulmehdi yekem seredana fermî bo Erebistan Saudî pêkanî û digel pahzadê Saudî yê Mir Mihemed Bin Selman kombû.

Têkeliyên Îraq û Saudî her ji sala 1991 û şerê Kuwêtî xirab bûne, heta ji berî çend mehan têkelîyên herdû aliyan baş bone.

Seredana Adil Ebdulmehdî bo Saudî piştî 10 rojan hat ji seredana wî bo Îranê û kombêna digel serokê Îranê Hesen Rohanî û Rêberê ruhanî yê Îranê Ayetulah Alî Xameneyî

XS
SM
MD
LG