Çavkanîyên saxlemîya Îraqê Dibêjin, xwepîşanderek li Bexda û Sê li bajarê Nasirîiye ya başûr lidema hevçûnan digel hêzên ewlehiyê hatine koştin.
Eve dema heftiyekê ye xwepîşander li nizîk pira Fehed ya li ser riya sereke dinavbera Bexda û Nasirîiye cih digîrn.
Herwesa hêzên ewlehîya Îraqê cade û qadên Baxda û bajarên Başorê Îraqê vekirin piştî rêberê olî Moqteda el-Sedr piştgirîya xwe bo xwepîşandanan ragirtî.
Lê piştî demeka kort careka din xwepîşanderan qada Xilanî ya naverasta Bexda kontrol kirnrve.
Çalakvanên Îraqê dibêjin, hêzên hikumetê xivetên xwepişanderan şewîtandin bi merema jiêk belav kirina xwepîşanderan.
Karbidestên ewlehîyê gotin, bikêmive 8 kes li Bexda birndar bûn.