Piştî raportên derbarê êrîşa drona bombekirî bo ser mala serokwezîrê Îraqê Mustefa Kazimî hat weşandin, wezareta derve ya Amerîka daxuyaniyek weşand.
Daxyunaiya wezareta derve dibêje, "Em êrîşa firoka bê firokevan ya ku hatî ragihandin ku mala Serokwezîrê Îraqê Kazimî kirîye armanc dişopînin. Em dilrihet bûn piştî ku me bihîst serokwezîr bi silamete. Ev kiryarek terorîstî eşkeraye, em wê bi tundî şermezar dikîn, ku di nava dilê îraqê de pêkhatîye. Em ji nêz ve li gel hêzên ewlekariya Îraqê ku berprisin ji cihanîna serwerî û serbexyûyiya Îraqê di nava peywendiyan dane û me alîkarî pêşkeş kirine di dema lêkolîna wê êrîşê dikin. Pabendbûna me bi hevkarên me yên Îraqî nayê şkestin, Amerîka piştevaniya hikûmet û gelê Îraqê dike."
Daxuyaniya wezareta derve ya Amerîka çend demjimêran piştî wê yekê hat dema serê sibeya roja Yekşemê li gor dema navxwe ya Îraqê firoka bê firokevan(Dron) ya bombekirî, mala serokwezîrê Îraqê li zona kesk li paytext Bexda kirbû armanc, ku hêzên Îraqê wê êrîşê weke hewildana kuştina Mustefa Kazimî binav dikin, hat gotin ku Kazimî bi silamete, lê di dema berevanîkirinê de ji êrîşê hin zêrevanên mala Kazimî.