Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Îraqê Êrîşên Amerîka yên Dijî Komên Ser bi Îranê Şermazar Dike


Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa El-Sudanî
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa El-Sudanî

Hikûmeta Îraqê îro Çarşemê bi daxuyanîyeke nivîskî êrîşên esmanî yên Amerîka li başûrê Bexdayê şermazar kir û wek destdirejîya dijî serwerîya xwe bi nav kir.

“Êrîşên Amerîka binpêkirina eşkere ya serwerîyê me ye û hewildanek bo têkbirina rewşa aram ya ewlekarîya navxweyî ye," hikûmeta Îraqê got.

Amerîka do Sêşemê êrîş biribû ser navendeke operasyon û bingeheke fermandarî ya Ketaib Hizbullah, wek bersîva zêdetir ji 60 êrîşên milîsên girêdayî Îranê yên dijî hêzên wê li herêmê.

Wê di daxuyanîyê de got ku bi êrîşên Amerîka rola şêwirmendîyê ya hêzên navnetewî ya li Îraqê hatiye binpekirin, ku jibo şerê dijî rêxistina çekdar Dewleta Îslamî (DAIŞ) şer dikin.

Hin şirîkên koalîsyona desthilatdarîya Şîa ya Îraqê dibêjin ku divê hêzên hevpeymanîya dijî DAIŞ’ê ji welêt werin derxistin.

Ketaib Hizbullah bi daxuyanîyekê ragihand ku di êrîşên Amerîka yên do de, 8 endamên wê li Curf el-Seqar, li başûrê Bexdayê, hatine kuştin.

Koma paramilîter her wiha gef xwar ku ger êrîşên Amerîkî bidomin, wê êrîşên xwe zêde û tundtir bike.

Hikûmeta Îraqê di daxuyanîya xwe de herwiha bal kişand ku êrîşên komên çekdar dijî berjewendîyên niştimanî yên Îraqê ne.

Komên girêdayê Îranê di 17’ê Cotmehê de, dijî hêzên Amerîkî yên li Îraq û Sûrîyê dest bi êrîşên dronî û mûşekî kirin ku dibêjin ku ew jiber piştgirîya Amerîka ji Îsraîlê re di şerê wê yê wêranker li Gaza wan êrîşana dikin.

Heya vê heftêyê, Amerîka bersîv neda êrîşên dijî hêzên xwe, jiber rewşa siyasî ya nazik li Bexdayê û herwiha bo pêşîgirtina egera belavbûna şerê Gaza li heremê.

Koma Ketaib Hîzbullah beşek ji Hêzên Tevgera Gel ya Îraqê (PMF) ne ku wek Hêzên Haşdî Şabî tê zanîn.

PMF yan Hêzên Haşdî Şabî hevpeymanîyeke ye ku ji gelek komên çekdar yên Şîa pêk tê û di 2014’an de bi armanca şerê DAIŞ’ê dijî hat avakirin. Piştre ji alîyê hikûmeta Îraqê ve wek dezgeheke ewlehîyê ya fermî hat destnîşan kirin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa El-Sudanî ser hin fraksîyonên ku Îran piştgirîya wan dike xwedî bandoreke sînordar e. El-Sudanî sala borî bo ku bibe serokwezîr hewceyê piştgirîya wan komana ma û di koalîsyona wî ya hikûmetê de, ew niha bloka herî hêzdar in.

Li gor daxuyanîyan, gelek ji wan koman ser helwest û êrîşên dijî hêzên Amerîkî yên li Îraqê ne hevbîr in û xwedî nêrînên cûda ne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG