Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq jibo Standina Anbar Dest bi Operasyonekê Dike


Hikûmeta Îraqê dibêje, wê dest bi operasyoneke nû kiriye ku Anbar ji destê mîlîtanên DAIŞ'ê rizgar bike.

Daxuyanîya îro Sêşemê kêmtir ji du hefte piştî ku mîlîtanên tundrê paxtaxta Anbar, Ramadî xistibûn bin kontrola xwe.

Hêzên Îraqî û çekdarên ser bi hikûmetê ji demeke vir ve li rojhilata bajêr kom dibûn da ku jibo rizgarkirina Ramadî operasyoneke berfireh pêk bînin.

Anbar ku piranîya wê Sunnî ye, bi piranî ji sehrayan pêk tê. Ew parêzgeh li rojaveyê paytaxt Bexda, di ser tixubê Urdun, başûrê rojhilata Sûrîyê û bakurê rojavayê Erebistana Saudî de cîh digire.

DAIŞ, bajarê Felluce jî nav de, piranîya Anbar sala borî xistibû bin kontrola xwe.

Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî do ji BBC re gotibû ku Ramadî di nav rojên nêzîk de were rizgar kirin.

Abadî pênasînê kiribû ku hêzên wî li hember DAIŞ revîyane, lê wî pêbawerîya xwe dîyar kir ku karîna Îraqê heye ku DAIŞ neçar bike paşve bikşîne.

XS
SM
MD
LG