Çavkaniyên ewlekariya Îraqê dan zanîn ku şeva borî li herêma Kerrade ya navenda Bexda du êrîşên bombeyî pêkhatine û di wan êrîşan de du kes birîndar bûne.
Hêzên ewlekariya Îraqê û ambolans her zû gihane ciyê bûyerê, û derhal dest bi lêkolînan kirîye, heta amadekirina vê raportê ti aliyekî xwe berpirs ji wan peqînan ranegihandîye, Şaneya Ragihandina Ewlekariya Îraqê di malpera xwe ya Facebookê de, herwiha di hesaba twîterê de ragihandbû ku ew gelek nêzîkî çavkaniya êrîşa bûne, ewê di demek zû ne direng eşkere bikin.
Şaneya Ragihandina Ewlekariya Îraqê, dîsan gotbû, ew di demek zû de êrîşkarên her du peqînên dengî li taxa Kerrade ku karek tirsûnek bû eşkere bikin û wan bigehînin sizayê wan ku dixwazin bêaramî û têkdana ewlekariyê peyda bikin.
Serokomarê Îraqê Dr. Berhem Salih di hesaba xwe ya fermî ya twîterê de, twîtek derbarê êrîşê weşand û got, "Peqînên vê dawiyê yên Bexda aramanc girtî, ew karên terorîstî û tawankarî û şermezar kirîne, ew gefin li ser aramî û ewlekariya welatiyan."
Serokomar dide zanîn ku ew peqîn di demek gomanbar de pêk tên, ku aştiya navxweyî armanc digire, di demkî de ye, ku hewildana avakirina hikûmetek xwedî şiyan û parêzvana Îraqiyan û biryara niştîmanî ya serbixwe misoger dike.
Salih li dawiya gotina xwe dibêje, bi hîmeta kesên baş dê li hember terorê rawestîn û wê ji kok ve derbînîn.
Derbarê êrîşên berdewam, bi taybet yên vê dawiyê li paytext Bexda pêktên, Serokwezîrê Îraqê, weke fermandarê giştî yê hêzên leşkerî , îro Duşemê civîneke awarte ya civata wezîran û ewlekariya niştîmanî encam da.
Ofîsa ragihandinê ya Serokwezîr di twîtekê da behsa civîna awarte kir û da zanîn ku di civînê de rewşa ewlekariya paytext Bexda ya seatên borî hatiye gotûbêj kirin.
Ji hejî bîrxistinê ye ku demek dirêje, berdewam êrîşên bombeyî û yên dronan li paytext Bexda û hin bingehên leşkerî li Îraqê pêk tên.