Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq: Girebestên Nû yên ligel Kompanîyên Bîyanî Dê Derfeta Kar bo Îraqîyan Zêde Bikin


Wezîrê Neftê ya Îraqê Cabar el-Luiabi îro Duşemê got ku ewê di girebestên nû yên bi kompanîyên bîyanî yên neftê de şert dînin ku 85 ji sedê karkerên wan Îraqî bin.

Luiabi dîyar kir ku kontratên bi şertên nû wê bihêlin ku berhemkarên Îraqî dest bi projeyên nû bikin.

Ew biryara nû wê jibo hemî kontratên derxistin û paqijkirina neftê û çêkirina berhemên nû ji neftê û avakirina binsazîya neftê de were cîhanîn.

Wezareta Neftê ya Îraqê da zanîn ku girebestên nû wê misoger bike ku kompanîyên bîyanî dest bi projeyên avakirina binsazî, perwerdê, saxlemî û avê bikin.

Şîroveyên Luiabi di vê demê de tên ku ji çend meh vir ve xwepêşandanên nerazîbûnê li Basra berdewam dikin ku xwepêşander tunebûna xizmetên bingehîn, bêkarî û tunebûna ava paqij protesto dikin.

XS
SM
MD
LG