Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomar Berhem Salih 100 Saliya Dewleta Îraqê bi Nîvîsekê li Bîr Tîne


Dr. Berhem Salih Serokomarê Îraê
Dr. Berhem Salih Serokomarê Îraê

Serokomarê Îraqê Berhem Salih li bîranîna damezrandina dewleta Îraqê de li sala 1921ê di malpera fermî ya serokomariyê de û herwiha bi rêya hesaba twîterê ya serokomariyê de, li bîranîna 100 salîya dewletbûna îraqê nivîsek weşandîye û gotiye, "Piştî 100 salên ji werçerên dîrokî, di serkeftin û daketinên tal de, di nava derbeyên leşkerî, şer û serkotkirinê de, Îraq niha li hember astengiyên mezin e. Binpêkirina

ewletê û serwerî û heybeta wê qet nayê qebûl kirin. Îraqek aram ewe dewleta ku bi rêya destûrî tê xwestin, parêzvanên wê bin ne têkderln wê, ku penageha aştiya navxweyî be."

Serokomar di beşekî nivîsa xwe de ku di malpera fermî de bi temamî weşandiye dibêje, "qonaxên pê re dê di vala nebin ji derz û şkestinan. "

Di beşekî din yê nivîsa xwe de, serokomar Salih dibêje, mezintirîn waneya ku ji 100 saliya dewltbûna Îraqê bihê wergirtin tekez kirine li ser pêwîstiya bi desthilateke pêgehiştî, zêdebarî ku dahatê samanên siroştî yên zengîm, û çavkaniyên mirovanî yên jêhatî û ernîgariya Îraqê di dilê herêmê de, van hemîyan hêjî açtiyeke mayînde û jiyaneke bi rûmet jibo welatiyan neanîye.

Çavkanî/ Malpera fermî ya Serokatiya Îraqê û Hesaba fermî ya twîttera serokomar

XS
SM
MD
LG