Serokwezîrê Îraqê Mustefa Al-Kazimî serê sibeya Yekşemê ji hewildaneke kuştinê rizgarbû ya ku bi rêya droneke bombekirî li Bexda pêkhatî, piştî ku dron (firoka bê firokevan) mala û ciyê mana Kazimî armanc girtbû.
Şaneya Ragihandina Ewlekariya Îraqê di daxuyainyekê da ragihand ku "Mustefa Al-Kazimî rastî hewildaneke neserkeftî ya kuştinê hatiye ku bi rêya droneke bombekirî pêنhatiye û ciyê mana wî li zona kesk li Bexda kirîye aramnc û tu zirar ne gihane wî."
Çavkaniyek ewlekariyê gotiye kenalê Alhurra TV ciyê mana Kazimî li herêma Kesk li Bexda rastî êrîşeke dronê ya bombekirî hatiye.
Çavkaniyê ewlekariyê gotiye, hêzên ewlekariyê bersinga dronê giritne û bûye sedema derketina ziyanan.
Herwiha çavkaniyeke serokwezîriyê gotiye, êrîş bûye sedema derketina ziyanan di nêv zêrevanên taybet yên mala Kazimî de.
Di heman demê de dengê alarmê ji balyozxaneya Amerîkî ya li Bexda hatiye bihîstin dema ku mûşek li herêma kesk ketî xwar.
Serokwezîr Mustefa Kazimî di hesaba xwe ya twîterê da, derbarê bûyerê twîtek weşandiye û dibêje "Ez her tim û niha jî projeyekî qurbaniyê me jibo Îraqê û gelê Îraqê, mûşekên xiyanetê dê bawermendan tengav nekin û mûyek jî di aramî û israra hêzên me yên ewlehiyê yên qehreman jibo parastina ewlehiya gel, bidestxistina maf û berqerar kirina yasayan nehejînin. Ez di nav gelê xwe da me, spas jibo xwedê ez baş im, ji bo xatirê Iraqê ez bang li her kesî dikim ku aramî û xweragiriyê biparêzin."
Roja Înê jî, li Bexda alozî derketibûn, kesek hatbû kuştin û zêdetirî 100 kes birîndar bibûn, piştî ku di navbera xwepêşanderan ku grûpên aligirên Îranê û hêzên ewlekariyê de derktbû ku wan grûpan nerazîbûn derbarê encamên hilbijartinan nîşandan û dixwestin êrîşî zona kesk bikin.
Pêşwext xwepêşanderan "ku pirranî alîgirên ketayîb Hizbullah û Esayîb Ehil Elhaq" bûn, ku her du jî grûpên herî zêde baladestîya wan heye di Heşda Şaabî de ku beşekin ji hêzên hikûmeta Îraqê, sê deriyên zona kesk ji koma 4 deriyan girtbûn û "hewil didan ku êrîşî zona kesk bikin û kevir diavêtin, lê ew ji aliyê hêzên jinavbirina tundkaran hatin paşda birin."