Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helbusî Hilweşandina Parlemena Niha Ya Îraqê Radigihîne


Parlemena Îraqê
Parlemena Îraqê

Serokê Parlemena Îraqê Mihemed Helbusî, Çarşemê bi şêweke fermî xula niha ya Parlamena Îraqê hilweşand, ev jî Çar rojan berî hilbijartinên giştî yên pêşwext ku dê roja Yekşemê 10ê Oktoberê ên encam dan.

Helbusî di hesaba xwe ya twîterê de twîtek weşand got "Sibê Pêncşemê xula Çaran ya encûmena nûneran bidawî dibe, gelê Îraqê dê nûnerên xwe di 10 Teşrîna Pêşî de hilbijêrin."

Helbusî sopasiyên xwe pêşkeşî endamên parlemenê kirin, jibo xizmeta pêşkeş kirî "Di dema berpirsyariya xwe de", wî ragihand ku hilbijartinên pêşwext "Bijardeya gel bû."

Ji hejî gotinê ye ku Civata Nûnerên Îraqê meha Adarê biryar dabû ku roja 10ê Teşrîna Yekê xwe hilweşîne "Bi mercê ku hilbijartin di dema diyar kirî de pêk bên".

Hilbijartinên pêşwext yek ji mercên sereke yên xwepêşandanên li dij hikûmetê bûn, yên di meha Oktobera 2019ê de derketbûn xwepêşandanên girseyî, ku hêzên ewlekariyê û çekdarên girêdayî milîtanan û grûpên çekdar sedan kes ji xwepêşanderan kuşt bûn.

XS
SM
MD
LG