Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Nava Ewlekariyek Tun de Îraqî li Ramadî û Besrayê Deng Didin


Iraq Election
Iraq Election

Zêdetirî 250,000 karmendên ewlehiyê li seranserê Iraqê hatin hatin belav kirin, di dema ku hilbijêr- dengder diçin ser sindoqan ji bo hilbijartina parlamentoyê bi hêviya çaksaziyan piştî 10an salan ji pevçûn û desthilateke xirab.

Li bajarê Basra yê li başûrê Iraqê, gel serê sibê ji bo ku dengê xwe bidin qesta navendên dengdanê dikin.

Ehmed Hesen, hemwelatiyek herêmî, gote Associated Press AP, ku ew hest dike tiştê herî giring bo welat ewlekariye.

Li Bexdaya paytext, ji ber tedbîrên ewlehiyê yên tund li dora navendên dengdanê, rêjeya beşdarbûnê kêmtir bû.

Yusra Mihemed Husên got ku armanca wê ya dengdanê ew bû, ku kesayetên kevn bi kesayetek nû yê çêtir were guhertin, "Em naxwazin wekî xwe bimînin", wê got.

Bi giştî 3,449 berendam ji bo 329 kursiyan di hilbijartinên parlemanî de rikeberiyê dikin, tevî dengdana rêferanduma li ser destûr nû ya Îraqê ev dê bibe şeşemîn hilbijartin piştî hilweşîna Sedam Husên li Îraqê dema ku Amerîka û hevpeymanan sala 2003ê êrîşî Îraqê kir û rejîma Îraqê jinav bir.

Ev hilbijartin ji rûxandina Sedam Husên heta niha yekemîn hilbijartine ku bêyî qedexeya derketina derve didome, ev yek rewşa ewlehî ya li welêt a baştirkirî piştî têkçûna DAISê di sala 2017an da nîşan dide.

Hilbijartinên berê her tim bi şer û êrîşên bombeyî pêk dihatin û dengderan di nava alozî û şeran û êrîşên xwekujî û bombeyan de beşdarî di hilbijartinan de dikirin, ku vê rewşê 10an salan li wî welatî dom kir.

XS
SM
MD
LG