Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsên Îraqî Deng Didin Û Gelek Îraqî Baykota Dengdanê Dikin


Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dengê xwe da gava ku dengdan roja Yekşemê 10ê Cotmehê dest pê kir, ji ber ku welat di hilbijartina giştî de deng da, gelek Îraqiyan got ku ew ê neçin ser sindoqên dengdanê wê baykot bikin, ji ber ku baweriya xwe bi pergala sistema demokratîk na înîn ya ku ji encama êrîşên Amerîka bo ser Îraqê li sala 2003ê pêkhat.

Serokwezîr Mistefa Al Kadhimi ji rojnamevanan re axivî, ji dengderan xwest ku herin navendên dengdanê û dengê xwe bidin. Wî got "Derkevin derve û deng bidin, rastiya dixwazin biguherînin,"

Hilbijartin çend mehan pêşwext hatin encamdan, li gorî qanûnek nû ya ku ji bo alîkariya berbijêrên serbixwe hatî çêkirin ku bersiveke ji xwepêşandanên girseyî re yên dijî hikûmetê ku li payiza sala 2019ê hatbûn destpê kirin.

Lê weha tê pêîbînî kirin ku taqima desthilatdar ya xwe sepandî û çekdar ya Îslamiyên Şîa car din di dengdanê de bala dest bin.

Li gorî komîsyona Balaya ya Serbixwe ya hilbijartinan li Iraqê, herî kêm 167 partî û zêdetirî 3200 berbijêr ji bo 329 kursiyên parlementoya Iraqê di hevrikiyê dane.

Piştî hilbijartinên Iraqê bi gelemperî bi mehan danûstandinên derbarê destnîşan kirina serokê parlemenê, Serokomar ûserokwezîr jibo ava kirina kabîneya hikûmetê dirêj dikêşin.

Deriyê navendên dengdanê demjimêr 7ê sibê (4:00 serê sibê li gor dema Grênc) vebûn û dê demjimêr 6ê êvarê bidawî bibin.

Di sala 2019 de, xwepêşandanên girseyî yên dijî hikûmetê li seranserê Bexda û parêzgehên baûrî Îraqê belav bûn, hikûmet hilweşand û hikumeta niha ya Kazimî mecbûr kir ku şeş mehan pêşwext van hilbijartinan biryar bide.

XS
SM
MD
LG