Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AP: Hîn 7 Hezar Kesên ligel DAIŞ'ê Peywendîdar li Îraqe Hene


Leşkerên Îraqî azadkirina Mûsilê pîroz dikin (Arşîv)
Leşkerên Îraqî azadkirina Mûsilê pîroz dikin (Arşîv)

Karbidestekî bilind yê Îraqî ji Associated Press (AP) re got ku piştî azadbûna Mûsilê, hin dora 7,000 kesên bi DAIŞ’ê re peywendîdar li Îraqê mane.

Karbidestên îstixbaratî û yên berevanî ji AP re ragihand ku bi texmîna wan 4,000 mîlîtan û 3,000 piştgirên DAIŞ’ê hene ku dirav ji wê rêxistina tundrê werdigirin.

Her li gor heman jêderan, li Sûrîyê jî nêzî 7,000 mîlîtanên DAIŞ’ê û 5,000 piştevanên wê hene.

Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî, piştî operasyoneke dirêj ku neh meh berdewam kiribû, di 10î Tîrmehê de rizgarkirina Mûsilê ragihandibû.

Lê, du roj piştî wê daxuyanî, fermandarê koalîsyona navnetewî li Îraq û Sûrîyê General Stephen Townsend bal kişandibû ku şerê DAIŞ’ê li Îraqê hîn neqedîye.

XS
SM
MD
LG