Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kêşeya Sîyasî ya Îraqê Berdewam E, Rûniştina Îro Betal Bû


Parlemana Îraqê îro Sêşemê rûniştineke din betal kir, piştî ku qanûndanêran nekarî li ser rewşa serokê parlemanê dengdanê bikin.

Piranîya endamên parlemanê dengê xwe bo dûrxistina serokê parlemanê Salim el-Ciburi û cîgîrên wî dan, piştî alozîya Pêncşemê ya pejirandina endamên kabîneya nû.

Endamên parlemanê kom bûn û Adnan el-Canabi wek serokê nû hilbijart, lê alozîyên ser wê postê kûrtir bûn. Piştgirên Ciburi dibêjin, dengdana nû neqanûnî ye jiber ku hejmara pêdivî ya dengdanê bi cîh nehat.

Piştî danûstandinan endamên parlemanê hevbîr bûbûn ku îro Sêşemê bicivin ku dengdanê li ser man yan nemana Ciburi bikin.

Rûniştina îro jiber şerên berdewam bo demeke nedîyar hat paşxisitn, lê Canabi banga rûniştineke nû bo roja Pêncşemê kir.

XS
SM
MD
LG