Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Iraq: Hejmara Xwepêşandanerên Hatine Kuştin 320 Derbaz Kir


Hejmara kesên di protestoyên li Îraqê de hatine kuştin 320 derbaz kir.

Karbidestên ewlekarîyê û yên saxlemîyê didin zanîn ku di 24 demjimêrên dawî de 3 xwepêşandaner hatine kuştin û 40 kesên din jî birîndar bûne.

International Amnesty (Lêxweşbûna Navneteweyî) dide zanîn ku polîs gazên îsotê rastexwe diavêje ser xwepêşandaneran.

Karbidestên Îraqî dîyar dikin ku ew kapsulên gazan yên ku xwepêşandaner kuştine ne yên hikûmeta wan in.

Protesto ji 1’ê Cotmehê vir ve li Bexda û jimareke bajarên din didomin.

Xwepêşandaner didin zanîn ku ew dijî perexwarin, sextekarî û xizmetên xirab protestoyan li dar dixin û bang li hikûmetê dikin ku karvekişîna xwe ragihîne.

XS
SM
MD
LG