Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Pêketinên Pêşî yên Omicronê Radigihîne


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku li Îraqê pêketinên nû yên cureya vîrusa korona ya bi navê Omicronê çêbûne.

Reutersê ji zarê Wezareta Saxlemî ya Îraqê ragihand ku pirtir ji 5 kesan bi Omicronê ketine.

Li gor daxuyanîya wezaretê, 5 pêketin li Duhok ya li bakurê Herêma Kurdistanê çêbûne.

Daxuyanî dide zanîn ku li Bexda jî hin dîplomatên bîyan bi Omicronê ketine.

Bi zêdebûna karanîna vaksînan hejmara pêketinên vîrusa korona di demên dawî de daketiye.

XS
SM
MD
LG