Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gera Yekê ya Dengdana Serokmarîya Îraqê Hat Kirin, Berhem Salih 165 Deng Wergirt


Li parlamana Îraqê gera yekê ya hilbijartina serokomarekî nû hate temam kirin û di dengdanê de nûnerê Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih di rêza yekê de cîh girt.

Salih 165 deng wergirt û hevrikê wî Fûad Huseyîn ku berbijarê Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye, 89 deng wergirt.

Endama jin Sîlwa Abdulqahîd jî 18 wergirt.

Li gor qanûna Îraqê divê berbijarek di gera yekê ya dengdanê de du ji sê hemî dengan anku 210 ji 329 hemî kursîyên parlamanê wergire.

Jiber ku ger yekê hejmara pêdivî peyda nekir, parlamantaran dê di gera duyê de careke din dengê xwe bide. Di vê dengdanê de yek ji nîva beşdarên dengdayî de bes be ku serokomarê nû were hilbijartin

XS
SM
MD
LG