Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê Jimartina Dengan ya bi Destan Îro Destpê Kir


Karbidestîn Îraqî radigihînin ku wan îro dest bi jimartina dengên hilbijartina parlemenê ya bi destan kiriye.

Jêderekî komîsyona hilbijartinê ji Reutersê re got ku jinûve jimartina dengan îro li Kerkûkê destpê kir û li ber e li şeş istanên din jî, di rojên nêzîk de destpê bike.

Parlemena Îraqê, piştî gilîyên sextekarî yên li seranser wî welatî, biryar dabû ku dengên ku hatine dayîn bi destan werin jimartin.

Bi zelalnebûna encamên hilbijartinê, hewilên damêzradina hikûmeta nû ya Îraqê jî sekinîne û li benda dawîbûna jinûve jimartina dengan e.

Tevî ku parlemenê li tevahîya Îraqê jimartina dengan dabû, desteya dadwerên ku bi prosesa jimartinê radibin, biryar dabû ku tenê li cîhên ku kêşe lê hene ew yek pêk were.

XS
SM
MD
LG