Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq: Li Herêma Şengalê Ti Operasyona Leşkerî Tune Ye


Karbidestên Îraqê ser axaftina Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, ku gotibû wan dijî Şengalê dest bi operasyonekê kiriye, dîyar kir ku Artêşa Tirk di nav sînorên wan de hîn ti operasyon li dar nexistîye.

Erdogan dabû zanîn ku piştî Efrînê ew dê berê xwe bidin Tilrifatê û gotibû ku Artêşa Tirk dijî Şengalê jî dest bi operasyonê kiriye.

Karbidestên Îraqî da zanîn ku dijî Şengalê ti operasyon li dar neketîye.

Navenda Fermandarîya Hevpar ya Îraqê ragihand li herêma Nînova û Sîncarê kontrol di destên hêzên Îraqî de ye.

Jêderên herêmî jî dîyar kir ku li herêmê ti operasyoneke leşkerî çênebûye.

Enqerê bang li Îraqê dikir ku Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) ji herêmê derxîne.

PKK'ê roja Înê dîyar kiribû ku jiber ku ewlekarîya Şengalê hatiye misoger kirin, ew hêzên xwe ji herêma Şengalê derdixîne.

XS
SM
MD
LG