Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berî Hilbijartina Serokomarê Nû yê Îraqê Kurd di Nava Xwe de Nakok In


Roja Yekşema borî 9ê Çile 2022ê, Parlemena Iraqê yekem rûniştina xwe pêkanî û parlamenterê Sunî Mihemed Helbûsî wek serokê parlamentoyê hilbijart, ku ev pêngavek girîng e ji bo avakirina hikûmeta nû piştî sê mehan ji hilbijartinên niştimanî.

Herwiha Hakim Zamilî ji Şîayan weke cîgirê yekê û Şaxewan Abdullah yê Kurd cîgirê duyê yê serokê parlemena Îraqê hatin hilbijartin.

Piştî ku serokatiya Parlementoyê hat hilbijartin, niha divê kesek bihê destnîşan kirin jibo serokomarîya Îraqê û paşan serokkomar aliyek siyasî bispêre da ku dest bi avakirina hikûmetek nû bikin, ku li gor yasay Îraqê dive aliyê pêşî yê serketî di hilbijartinan de bo avakrina hikûmetê bihê destnîşan kirin.

Mihemed Helbûsî serokê Parlementoyê li gor yasayê, 15 roj dem terxankir jibo destnîşan kirina kesekî, weke serokomarê Îraqê û hilbijartina wî di parlamenê de.

Piştî ku Rejîma Sedam Husên sala 2003ê hat jinav birin, weke lihevhatin û kevneşopiyek hersê desthilatên li Îraqê hatine parve kirin bo hersê pêkhateyên sereke li wî welatî, serokwezîr dibe para pêkhateya pirranî Şîa mezheb, serokatiya parlemenê bo sunniyên Arab û serokomarî jî bo pêkhateya Kurd e.

Di nava pêkhateya Kurd de jî, heta niha serokomariyê para Yekîtî Niştîmanî Kurdistan YNKê bûye, lê di xula nû de danûstandin di navbera PDK û YNKê de hene ku kesekî ji bo serokomariyê destnîşan bikin.

Bi şêweke fermî heta niha kesek nahtiye destnîşand kirin jibo serokkamriyê, tenê hin kesan ji aliyê xwe berbijartiya xwe ragihandine, lê di raportên ne fermî û mediya civakî de çend nav derbaz dibin yên ji berpirsên YNKê yên weke Berehm Salih, Adnan Muftî, Îmad Ahmed, Hakim Rizgar û herwiha hin caran navê Hişyar Zêbarî ji PDKê tê gotin.

Dr. Serbest Nebî, mamostayê zanîngeha Koyê û şirovekarê pirsên rojhilata navîn dibêje"Heta vê kêlikê kesek nehatiye destnîşan kirin" ku bibe berbijarê serokomariyê û bihê hilbijartin.

Dr. Serbest dîsan dibêje, di çarçova giştî ya Îraqê de, rêyên giran li hember Kurdan hene ku bikarin serderiyê li gel aliyên siyasî yên weke rewta Sedir bi serokatiya kesatiyê Olî Moqtada Al -sadir bikin. Herwiha dibêje, di nava PDK û YNK de nakokî hene.

Endamê berê yê Parlemena Îraqê ji lîsta PDKê berêz Rênas Jano dibêje, Partî û Yekîtî Niştîmanî Kurdistan di nava danûstandinan da ne, bo hilbijartina kesekî."

Jano dide zanîn ku PDK têbînî li ser kandîd kirina Dr. Berhem Salih hene û niha ew di nava gotûbêjan da ne.

Endamê berê yê Parlemena Îraqê Muhsin Osman ji lîsta Yekîtî Niştîmanî Kurdistan YNK’ê dibêje ku berbijarê heta niha zelal û bextê wî heye ku bibe serokomar Dr. Berhem Salih e.

Osman weha dibîne ku divê razîbûna Amerîka û Îranê li ser kesekî hebe ku bibe serokomarê nû yê Îraqê, her du alî jî Berhem Salih baş dibînin, weke Muhsin Osman dibêje.

Raporta taybet derbarê berbijariya serokomariya Îraqê
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:49 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG