Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Derîyên Xwe yên Sînor Jinûve Vedike


Hikûmeta Îraqê biryar da ku derîyên sînor yên jiber vîrusa korona hatibûn girtin jinûve veke.

Serokwezîrê Îraqê Mustafa El Kazimî da zanîn ku derîyên sînor dê bi tenê bo karên bazirganî vekirî bin.

Mustafa El Kazimî herwiha dîyar kir ku restoran, otel û kafe jî dê jinûve vebin.

Hemî sporên ku 6 mehên berê hatibûn qedexe kirin jî dê di 12’ê Îlonê de jinûve destpê bikin.

Li gor biryara hikûmetê, hemî çalakîyên sporê dê bê temaşevan li dar kevin.

Wezareta Saxlemî ya Îraqê di demên dawî de rojane bi qasî 5000 pêketinên nû yên vîrusa korona radigihand.

Vîrusa korona li Îraqê heta niha 7589 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG