Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalîsyona Navnetewî ya Dijî DAIŞê li Îraq û Sûrîyê 18 Êrîşên Esmanî Pêk Anîn


Firokên cengî yên Amerîkî
Firokên cengî yên Amerîkî

Koalîsyna navnetewî ya dijî DAIŞê ragihand ku Amerîka û hevalbêndên wê li Îraq û Sûrîyê 26 êrîşên esmanî li koma tundrê DAIŞ'ê pêk anîn.

Daxuyanîya koalîsyonê ku îro Înê hate ragihandin dide zanîn ku 8 ji wan êrîşan li Sûrîyê pêk hatine û 7 ji wan li nêzîkî bajarê Mara xistine. Di wan êrîşan de çar çeperên şer, 2 otomobîl û navendeke kontrolkirinê hatin ruxandin.

Li Îraqê jî bi giştî 18 êrîş, li armancên DAIŞ'ê yên nêzîkî heşt bajarên cihê xisitne û kargeheke DAIŞ'ê hilweşandiye, sîlaheke makîneyî, sîstema roketê û tuneleke binerdî yaw ê komê ruxandine.

XS
SM
MD
LG