Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq, Tirkîyê jiber Operasyonên li Ser Axa Wê Şermezar Dike


Îraqê, Tirkîyê jiber operasyonên wê yên li ser axa wê şermezar kir.

Tirkîyê, roja Yekşemê, li bakurê Îraqê dest bi operasyonên dijî Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) kiribû.

Wezareta Derve ya Îraqê ragiahand ku balyozê Tirkîyê yê li Bexda hatiye vexwendin û wan nameyeke fermî ya operasyonan şermezar dike, daye dest wî.

Di nameyê de hatiye gotin ku Tirkîye serwerîya Îraqê binpê dike û bi ‘’êrîşên esmanî gel terorîze dike.’’

XS
SM
MD
LG