Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bexda Enqerê Şermezar Dike ku Leşkerên Tirk Ketin Nav Axa Îraqê


Îraqê îro Pêncşemê Tirîyê şermezar dike ku hêzên wê yên bejeyî jibo girtina serhildayên Kurd, ketine nav axa wê.

Berdevkê Wezareta Derve yê Îraqê Ahmed Jamal got, kiryara Tirkîyê binpêkirineke zelal ya serwerîya Îraqê ye û wezareta derve wê destdirêjîya Enqerê şermezar dike.

Jamal da zanîn ku ew kiryara Tirkîyê zîyaneke girîng digehîne peywendîyên dualî yên navbera her du dewletan.

Hêjayî bîrxistinê ye hêzên taybet yên Tirkîyê roja Sêşemê ketibûn nav axa Îraqê ku serhildayên PKK’ê bigirin ku li gor karbidestên Tirk wan serhildayan pirtir jî 20 leşkerên Tirk kuştibûn.

XS
SM
MD
LG