Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Hişyarîyê Dide Balyozê Brîtanya li Bexdayê


Stephen Hitchen, balyozê Brîtanya li Bexdayê
Stephen Hitchen, balyozê Brîtanya li Bexdayê

Wezareta Derve ya Îraqê îro Yekşemê hişyarîyeke nivîskî radestî balyozê Brîtanya Stephen Hitchen yê li Bexdayê kir, jibo nerazîbûn û şermezarkirina şîroveyên wî yên ser mijarên ewlehî û siyasî yên Îraqê de.

" Şîroveyên balyoz de reşkirina Îraqê, hikûmet û pêkhateyên wê nîşan dide", wezaretê got.

Li gor daxuyanîya wezaretê , Bexda şîroveyên balyoz Hitchen wek "destwerdana" karûbarên navxweyî yên Îraqê û binpekirina erkên dîplomatîk," dinirxîne.

Wezaretê hûrgulî neda ku ew behsa kîjan şîroveyan dike.Londonê heya niha ser vê gava Bexdayê ti daxuyanî nedaye.

Peywendîyên Îraq û Brîtanyayê xurt in. Brîtanya di dema şerê dijî DAIŞ’ê de alîkarîya perwerdekirina hêzên Herema Kurdistana Îraqê kir û beşeke hevpeymanîya navneteweyî ya li wî welatî ye.

Li Îraq û Herêma Kurdistanê nêzî 1400 karmendên leşkerî yên Brîtanî hene, ku alîkarîyên leşkerî dikin û şêwirmendîyê pêşkêşî Pêşmerge û hêzên ewlehîyê yên Îraq dikin.

Her du welatan di 2021’an de peyman hevkarîya stratejîk îmza kirin, bi armanca xurtkirina hevkarîyê di warê aborî, perwerde, leşkerî û ewlehiyê û yên din de.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG