Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Duhokê 14 Kesên Din bi Vîrusa Koronayê Dikevin


Di dawî amara rêveberiya giştî ya saxlemiya Duhokê de 14 keysên nû yên vîrusa koronayê hatin tomarkirin.

Roj bi roj metrsiya korona li Herêma Kurdistanê, di nav de jî parêzgeha Duhokê di zêdebûnê de ye û helgirên COVID_19 rojane dihên tomarkirin.

Li cihên geşt û gozarî û bazaran qerebalixek berfireh peyda dibe, û rêjeyeka kêm rênimayan bi kar di enin.

Dr. Emced Obeyid dibêje pêwîste li cihên seyranan û di turmbêlêda mask û destkêş bêne bi kar anin û xêzan bo çend mitran ji hev di durbin ji bo silametîya wan.

Welatiyê bi navê Amed Berwarî dibêje divê her kes xo biparêzît, çonke ev vîruse yê pitir berav dibît.

Li parêzgeha Duhokê 124 nexoşên covid_19 hene, 50 bi temamî çak bûne û74 noke li jêr çareseriyêne li nexoşxana taybet ya korona li bajêr.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla Deng veke

Raporta Deng/Selam Balayî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:46 0:00


XS
SM
MD
LG