Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bandora Nedana Mûçeyan li ser Welatîyên Herêma Kurdistanê


Nedana mûçey li Herêma Kurdistanê kartêkirinek rasterast li tev warên jiyanê kirîye, çûnke piranîya welatîyan fermanber in û dahatê wan mûçê mehane ye. Lê di sala 2020an da, tenê hikûmeta Herêma Kurdistanê 5 mûçe dane fermanberan. Ew jî bi birîna rêjeyek ji sedî. Wek nimûnae, vê mehê rêjeya 21% ji mûçê fermanberan birîye û eve 60 roj in mûçe nehatîye dan.

Eve mijara here germe di nav welatiyên Herêma Kurdistanê da. Li parêzgeha Duhok Dengê Amerîka çend dîd û bûçûnên welatîyan wergirtin.

Demhat Nûrî dibêje, “30 salên hikumranîya Herêma Kurdistanê mêjoyek pir nedadperwerî û neyasayî tumar kir. Nedana û paşketina mûçe berelayiya sîyasî û civakî peyda diket.”

Ziyad Abid, serperiştê perwerdê dibêje, “dana mûçeyan ne tenê bi mûçexwerîve girêdaye, belko dana mûçeyan zivrîna pareye di nav destên welatî û bazarê da. Bi dana mûçey tev bazaar di kevît bizavê.”

Omêd Segvan, mamostayê zanîngeha Zaxo dibêje, “ji ber nedana mûçey rêja arîşan zêdebûne û nexweşiyên derûnî li cem welatiyan peyda bûne û astê xwendinê beref lawazîyê diçe.”

Bi nedana mûçeyan lawazî keftîye tev bazarî, kirîn û firotin kêm bûye. Ji egerê nedana mûçeyan rêja hejarîyê beref zêdebûnê ye.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:06 0:00


XS
SM
MD
LG