Encûmena gêncên serkirde ya rêxistina Geşepêdana Şaristanî li parêzgeha Helebçe, ku ji hejmarek keç û kurên bajêr pêk tê, di van demên borî de hejmarek çalakîyên şiyarkirinê ji bo welatîyan li dor mafên kesên xwedî pêwîstîyên taybet encam dan.
Wan her wiha hejmarek konferans û panel li ser jiyana li gel hev ya ayînî birêve bir.
Seroka encûmenê Behre Mihemed di konferanseke rojnamevanî de got ku wan karê xwe yê şiyarkirin û rêxistina gêncan pêş xistîye û wan 10 hezar pirtûk ji bo pirtûkxaneyan dabîn kirine.
Ji bo agahîyên bêhtir li dor vê mijarê fayla deng ya raporta peyamnêrê Dengê Amerîka li Helebçe Ferhan Hawramî veke